13 October 2026 - 15:52
Source: kmr.abna24.com
Li rojavayê Îranê 2 endamên tîmeke qaçaxçîtiya çekên şer hatin girtin

Wezareta Îstixbaratê di daxuyaniyekê de ragihand ku li rojjavascript:;avayê Îranê 2 endamên tîmeke qaçaxçîtiya çekên şer hatine girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Leşkerên bê nav û nîşan ên Îmam Mehdî (E.C.F) li Rêveberiya Giştî ya Îstixbarata parêzgeha Kirmaşanê, bi hevkariya endamên fedekar ên parastina sînor ên Hêza Polîs a Îranê, karîbûn du endamên tîmekê yên ji kesekî Îranî û kesekî ji welatên cîran pêk dihat, nas bikin û bigirin.

Li gorî daxuyaniyê, ev tîm ji Herêma Kurdistanê ve çekên qaçax dikir û wan ji bo kiryarên terorîstî bikar dianî. Her du kes di dema ketina wan a welêt de hatin nasîn û girtin.

Di operasyona li dijî vê tîmê de, 99 çekên destan, 10 çekên Kalaşnîkovê, 1.700 fîşekên çekên destan û 198 şarjêrên çekên destan hatin keşfkirin û desteserkirin.

Wezareta Îstixbaratê ji gelê Îranê xwestiye ku her mijareke gumanbar di zûtirîn demê de ragihînin navenda agahdariya vê wezaretê bi jimara 113, an jî bi rêya kanalên fermî yên wê wezaretê di sepanên peyamgeriyê yên Eita, Bale, Rubika û Soroush Plus de, bi navnîşana vaja113@ (bi nîşana şîn a piştrastkirinê).

Dawiya nûçeyê

Etiket

Wezareta Îstîxbaratê

Sûcdarên çekdar

Koma terorîst

Şîroveya we

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha